25 Saliya kîmyabarana Helebçe

Miha Adarê ji rojên xweş û biêş dagirtî ye.
Yek ji van rojên biêş ku hertim di bîra gelê kurd de mayî û wê bimîne, komkujiya Helebçeyê bû.
Lê ev bajar ji aliyê hikumetê ve hatiye paşguhkirin.
Kesukarên şehîdan û welatiyên Helebçeyê ji ber vê yekê biryara boykotkirina merasîmên bîranîna salvegera 25. a Kîmyabarana Helebçeyê dan.

Welatî û beşên cuda yên civaka parêzgeha Helebçeyê civînek girseyî li darxistin:

Li wir daxuyaniyek a çapemeniyê dan û ragihandin ku li ser amadekariyên salvegera Kîmyabaran Helebce guftûgokirine û hinek biryar girtine.

Hoşmen Murad: Niştecih tevlî bîranîna deshilatê nabin

Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebçe li ser mijarê daxuyaniyek çapemeniyê dan û gotin:

“Ji ber dilgiraniya niştecihên parêzgeha Helebçe, biryar hat dayîn ku 16’ê Adarê de xwepêşandanek aştiyane were lidarxistin û xelkê parzêgeh û Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebçe wê beşdarî ti bîranîna kîmyabaran yên desthilatê nebin.”

Her wiha hat gotin ku beşdarên civînê nerazîbûna xwe li hember birêvebirina niha ya bajêr ji aliyê berpirsên niha yên parêzgehê ve nîşan dan.

Ji bo wê yekê jî pêşniyarên curbicur hatin pêşkêşkirin.

Back to top button