25’ê Nîsana 2017’an di encama êrişa dewleta Tirk a li ser çiyayê Qereçoxê de 20 şervan şehîd bûn û 18 jî birîndar bûn.
Di salvegera 5’emîn ya êrişî de welatiyên herêma Cizîrê berê xwe dan çiyayê Qereçox û şehîd bibîranîn.
Li cihê êrişê di merasima bîranînê de li ser navê Yekîneyên Parastina Jin-YPJ’ê fermandar Sozdar Dêrik axivî û diyar kir ku gelê herêmê û hemû parçeyên Kurdistanê dê serî li hemberî dewleta Tirk netewîne û got:
“Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide vîna gelê azadîxwaz têk bibe.
Îsbata vê yekê jî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ne.”
Sozdar di dawiyê de bang li dayikên şehîdan û dayikên gerîla û gelê herêmê kir ku li dijî êrişên qirkirinê destekê bidin gerîla.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl jî anî ziman ku bîranîna şehîdên Qereçoxê tê wateya girêdana gel bi şehîdan û sekna li dijî dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê.



