Komîteya Jinan a Meclisa gel li Hecînê panelek lidarxist

Bi navê ”Mîna şopa tiliya min, kesayeta min naşibe tu kesî” Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê panelek li dar xist.

Nûnerên meclisên herêmê, endamên saziyên sivîl, komîteyên jinan û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî panelê bûn.

Di panelê de rola jinan di pêşdeçûna demokrasiyê de, nîqaşên li ser têgehên jiyana hevbeş û wekheviya her du zayendan rojeva panelê bûn.

Endama Rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê Xîtam Hido li ser rola jinan di pêşketina civakan de axivî.

Xîtam teqez kir ku Serkeftina jinan serkeftina civakan e.

Rola jinan a pêşeng di hêla çandinî û girêdana wê bi xakê ve jî hat nîqaşkirin.

Gavên ku jinan piştî 4 salan, piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê û naskirina fikrê Rêber Apo avêtine jî rojeva panelê bû.

Panel bi pêşandana sînevîzyonekê li ser jiyana gelek şehîdan bi dawî bû.

Back to top button