Li Kampa Holê agir bi du konên çeteyên DAIŞ’ê ket

Li kampa Holê ya li Hesekê, agir bi du konên çeteyên DAIŞ’ê ket.

Li beşê 5’an ê kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriyê tê de ne agir bi du konan ket, di encamê ziyanên madî çêbûn.

Li gorî rêveberên kampê kesên di kon de beriya ku şewat derkeve ji kampê reviyan.

Rêveberên kampê destnîşan kir ku lêpisrîn derbarê şewatê de hat vekirin û guman hene ku jinên DAIŞ’ê yên bi navê “Ketaîb El-Husba” ev şewat derxistine.

Hemû binpêkirin û sûcên di kampa Holê de ji aliyê “Ketaîb El-Husba” ve têne kirin ku her kesên hewl didin ji fikirê DAIŞ’ê dûr bikevin dikin hedef.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ku ji 8 beşan pêk tê.

Di kampê de koçberên ji Sûriyê, penaberên Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriyê, Iraq û dewletên biyanî.

Back to top button