ÇETE Û ARTÊŞA TIRK PEV KETIN Û 9 SIVÎL HATIN REVANDIN

Li navçeya Şiyê ya Efrînê çeteyên koma “Şah Silêman” û leşkerên artêşa Tirk a dagirker pev ketin.

Hate ragihand ku çeteyan ji rewşa şer sûd wergirtin û 9 sivîl revandin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku li navçeya Şiyê di navbera çete û artêşa Tirk de doh ji saet 16:00 heya saetên şevê şer rû da.

Têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyan ji rewşa şer sûd girtin û 9 sivîl revandin.

Navên kesên hatine revandin nehatin zanîn.

Çavkaniyan diyar kirin ku rewşa li navçeyê tevlihev e û ji ber bûyerên revandinê jî rewşa şêniyan di metirsiyê de ye.

Leave a Reply

Back to top button