Asayîş: Di roja 8’an de 14 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin

Operasyona Mirovî û Ewlehiyêya ku Asayîşê daye destpêkirin ket roja xwe ya 9’an de didome.
Asayîşê ragihand ku hêzên wan doh li Kampa Holê 14 çeteyên ji şaneyên DAIŞ’ê girtine.

Navenda Ragihandina Giştî ya Asayîşê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 8’an eşkere kir.

Asayîşê ragihand ku hêzên wan 14 çeteyên ji şaneyên DAIŞ’ê girtin.

Her wiha 14 konên ku çeteyan ji bo cihên perwerdê bi kar dianîn rakirin.

7 rextên leşkerî û 7 telefonên destan jî ketinên destê endamên Asayîşê.

Asayîşê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

”Di lêpirsînên bi çeteyan re li xwe mikur hatin ku bombe û madeyên teqemeniyê veşartine.

Hêzên me bi operasyoneke taybet xwe gihand cihên ku ew tişt lê veşartin.

Ew cih dûrî kampê bi 100 metreyî bû û têde 13 bome, gelek cebilxaneyên qilêşê,

15 kîlo TNT û pêdiviyên çêkirina teqemeniyan dîtin û girtin.”

Back to top button