Hesen Ibêd: Daxwaza wergirtina cenazeyan wê dewam bike

Salvegera yekemîn a êrişa PDK’ê li ser gerîlayan li Xilîfanê nêzbû, lê hîn jî cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nehatiye kirin.
Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herema Cizîrê û Endamê Komîteya Amadekar a Çalakiya konvedanê Hesen Ibêd tekez kir ku wê daxwaza wergirtina cenazeyan şehîdên Xilîfanê dewam bike.

Hevserokê Meclisê Hesen Ibêd diyar kir ku PDK’ê qaşo navê kurdiyetê li xwe dike, lê bûyerên bi vî awayî li hemberî gelê Kurd pêk tîne.

Hesen Ibêd têkildarî pêkanîna vê bûyera li hember Gerîlayan, wiha got:

”Me çalakiya Konvedanê li ber deryê Sêmalka li dar xist.

PDK’ê Kon ji xwe re weke derfet dît, da ku li ser Rojava ambargoyekê ferz bike.”

Ibêd destnîşan kir ku PDK’ê xwest gerîlayan radestî dewleta Tirk bike, bi vê yekê li hemberî azadiya gelê Kurd peyamek da.

Têkildarî berdewamkirina daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdên Xelîfanê Hesen Ibêd got: “Wê daxwaza me ya wergirtina cenazeyên şehîdên xwe dewam bike.”

Back to top button