Bîlançoya 2 Mehan a binpêkirinên li Efrînê hat eşkerekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê – Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya 2 mehan a hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê;

10 sivîl hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Her wiha 198 sivîl jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê – Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya 2 mehan a hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê, eşkere kir.

Rêxistinê diyar kir ku ji êrîşên dagirkeriya dewlet a tirk yên li ser Efrînê ve zêdetirî 300 hezar şêniyên resen bi zorê hatin koçberkirin.

Rêxistinê balişand li ser hovîtiya di nava 2 mehên dawiyê de û wiha got:

7 kes di encama topbaran û 3 kes jî di teqîna li Efrînê de bi giştî 10 kes hatine kuştin.

Di nava wan de zarok jî 10 şênî birîndar bûne.

17 jê jin 198 sivîl bi hincetên cuda hatine revandin û hîna çarenûsa piraniya wan ne diyar e.

Zêdetirî 25 hezar darên zeytûnê û hawîrdorê hatin qutkirin û êzingên wan hatine firtotin.

Rêxistinê anî ziman ku mezara olî ya bi navê Şêx Mistefa Idrîs a li gundê Qerebaba yê Reco hat hilweşandin.

Her wiha çeteyan goristana Şehîd Avesta Xabûr xera kirin û goristan kirin sûka firotina pez.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê mal, zevî û dikanên bazariyê yên şêniyan desteser kirin.

Her wiha li gorî Navenda Belgekirina Sivîl a Koçberên Filîstînê jî li Bakurê Sûriyê zêdetirî 500 malbatên filîstînî li Efrînê hatin bicihkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê jî teqez kir ku ev agahî û detay tenê ji sedî 30 ji tevahî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û dezgehên çapemeniyê hat kirin ku derbasî Efrînê bibin da ku binpêkirinên dewleta Tirk û kiryarên li ser erdê pêk tên, belge bikin.

Back to top button