Dergeha Sêmalka wê ji bo rewşên mirovî roja duşemê were vekirin

Riveberiya Giştî ya Dergeha Sêmalka a Bakur û Rojhilatê Suriyê, ragihand Dergeh wê ji bo rewşên mirovî û bicihkirina biyaniyan wê ji roja duşema bê de were vekirin.

Ji endamên Riveberiya Giştî ya Dergeha Sêmalka a Bakur û Rojhilatê Suriyê Rodî Mihamed Emîn derbarê rewşa dawî ya dergehê Sêmalka ji televîzyona me Ronahî tv re axivî.

Mihemed Emîn diyar kir ku Riveberiya Dergeha Fîşxabûrê herkesên ku derî re derbas dibe tijekirina forma îstîxbarî li ser wan ferz dike.

Mihemed emîn dazanîn ku wan jî weke bersivek ji bo vê nêzîkatiya Rêvebeiya dergeha Fîşxabûr duşema borî biryara girtina derî da.

Lê ji bo rewşên mirovî û bicihkirina biyaniyan wê ji roja duşema bê de dergeh were vekirin .

Back to top button