Jineke din a Êzidî ji Kampa Holê hat rizgarkirin

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de operasyonên lêgerînê li Kampa Holê dewam dikin.
Jineke din a Êzidî ji Kampê hat rizgarkirin ..
Her wiha Hêzên Asayîşê nameyên çeteyên DAIŞ`ê ji malbatên xwe re bi zimanê tirkî nivîsîne dîtin..
Tê de tekez dikin ku dê di demeke nêz de vegerin Tirkiyê.

Operasyon îro dikeve roja xwe ya 20 an ..

Yekîneyên Parastina Jin di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de jineke din a êzidî rizgar kir.

Jina hat rizgarkirin bi navê xwe Sewsen Elî Heyder e..

Ew ji Sincarê ye ..

Temenê wê 24 salî ye …

Mîna jin din yên Êzidî Sewsen jî di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an li Şengalê hatin revandin..

Di roja 20’an de nameyên DAIŞ’ê bi zimanê Tirkî hatin dîtin

Hêzên pêngavê saet di 05:00`ê berbangê de belav bûn û saet di 06:00`ê sibehê de dest bi operasyonên lêgerînê li kampê kirin.

Îro Hêzên Asayîşê nameyên çeteyên DAIŞ`ê ji malbatên xwe re bi zimanê tirkî nivîsîne dîtin..

Tê de tekez dikin ku vegera wan a Tirkiyê nêz e.

Operasyonên paqijkirin û lêgerînê li kampê hê jî berdewam in.

Back to top button