KONGRA-GEL: Şoreşa Rojava şoreşa jin, gel û baweriyan e

Rêveberiya Xweser, MSD’ê, Kongra Gel û PADÊ’ê bi peyaman salvegera 10’an a şoreşa 19’ê Tîrmehê, pîroz kirin. Di peyaman de ji bo parastina destkeftiyên Şoreşê, banga hevgirtinê li gelên bakur û rojhilatê Sûriyê hat kirin.

Bi heman armancê Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî daxuyaniyek da û got: “Şoreşa Rojava bi taybetî di dîroka gelên Rojhilata Navîn de mîladeke nû ye.

Bi bedelekî mezin tevahiya mirovahî ji xeteriya DAIŞ’ê parast.

Şoreşa Rojava; şoreşa jinê ye, şoreşa gelan û baweriyan e.”

KONGRA-GEL destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo êrişên nû xwe amade dike û li dijî van êrişan ev yek got: “Heta ku rejîma faşîst a dewleta Tirk têk neçe; ne ji bo gelên Kurdistanê ne jî ji bo gelên herêmê azadî û demokrasî çênabe.

PADÊ: Gelên herêmê ji bo parastina şoreşê divê yekîtiya xwe xurt bikin

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan PADÊ jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de salvegera 10. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat pîroz kirin û hat gotin: “Em hemû gelê Sûriyê, tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû hêz û aliyên destek dan vê şoreşê û baweriya bi rastiya wê, pîroz dikin.

Vê şoreşê xwe spart nirx û pransîbên exlaqî yên girîng ên projeya neteweya demokratîk, xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş.”

PADÊ di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dagirkerî û terorê, yekitiya xwe xurt bikin.

Back to top button