Newroz Uysal: Tecrîd bi awayekî sîstematîk tê meşandin

Ji parêzerên Rêber Apo, Newroz Uysal dibêje ku girakirina tecrîda li ser Rêber Apo peyama israra di polîtîkaya şer de ye. Newroz Uysal da zanîn ku tenê têkoşîna gelê Kurd dê karîbe vê tecrîdê bişkîne, ji bo wê jî bang li Kurdan kir ku têkoşîna xwe dewam bikin.

25’ê Adara 2021’an cara dawî bû ku Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.

Têkiliya wan a bi rêye telefonê bû, piştî çend deqeyan hat birîn, ji wê rojê jî ti agahî ji rêber Apo nayê zanîn.

12’ê Cotmeha 2021’an 6 meh cezayê hevdîtinê li Rêber Apo hatibû birîn.

Berî ku ew dem biqede di 13’ê Nîsanê de careke din 6 mehan qedexeya hevdîtinê hat ferzkirin.

Derbarê mijarê de ji parêzerên Rêber Newroz Uysal, ji Ajansa Hawarê re nirxandin kir û got:

”Bi salan e tecrîd bi awayekî sîstematîk, dûrî hihqûq û exlaq tê meşandin.

Ji Tîrmeha 2016’an, serlêdanên me yên li Girtîgeha Îmraliyê bi temamî bê bersiv hatine hiştin.

Piştî biryara qedexekirinê ya Îlona 2018’an, biryarên li dû hev tên dayîn.

Ev biryar jî bêyî ku li gorî rêziknameya di Qanûna Înfazê ya Ceza de bin, tên dayîn.

Her çi qas tê gotin ku biryara dadgehê heye jî lê di rastiyê de pûç û vala ye.”

Newroz Uysal: girankirina tecrîdê, peyama israra şer e

Newroz Uysal dibêje, dixwazin bi rêya girankirina tecrîdê peyama neçareseriyê bidin.

”Dewamkirina biryarên qedexekirinê, peyama israra di polîtîkaya şer de ye.

Her wiha dibêjin ku çareserî ji bo pirsgirêka gelê Kurd re tuneye.”

Newroz Uysal: Têkoşîna Kurdan dê tecrîdê bi dawî bike

Newroz Uysal piştrast kir ku tenê têkoşîna Kurdan dikare tecrîdê rake û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Ji bo azadiya Rêber Apo divê her cure xebat bên kirin. Tecrîda yekser girêdayî pirsgirêka Kurd e.

Ji bo wê jî divê têkoşîn li gorî vê yekê bê domandin.”

Hêjayî bîrxistinê ye, ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta 16’ê Gulana îsal parêzeran 352 caran daxwazên hevdîtinê kirine.

Ji 3’yê Adara 2020’an ve 115 caran malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir.

Heta niha tu daxwazên hevdîtinê bi erênî nehatine bersivandin.

Back to top button