Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê êrişa balafirên artêşa Tirk a dagirker li dijî nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: Em soz didin ku bi yekrêzî li rex Hêzên Ewlekariya Hundirîn bisekinin.
Yekitiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Tirk bi vê êrişa kirêt armanc dike tevlihevî û fîtneyê li herêmê biafrîne û azadî û yekitiyê gelên herêmê têk bibe.
Yekitiyê destnîşan kir ku dagirkerî neketiye ferqê ku gelek azad bi yekrêzî li rex parêzvanên vî welatî disekinin.
Yekîtiyê daxuyakirin ku dewleta tirk a dagirker di xwaze bi ban êrîşan derbê li rêveberiyê bide û ev soz da.
Em piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin.
Em soz didin ku li rex wan li dijî dijminên azadî û jiyanê bisekinin.”