Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê biryara girtina Trump da

Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ji ber kuştina Qasim Silêmanî û Mehdî El-Muhendis, biryara girtina Serokê berê yê Emerîkayê Donald Trump da.

Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayîq Zeydan di merasîmekê de regihand ku ji ber kuştina Fermandarê Supay Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Hêzên Heşdî Şebî Mehdî Muhendis ên ji aliyê Amerîka ve hatine kuştin, wan biryara girtinê ji bo Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump derxist.

Fayîq Zeydan destnîşan kir ku desthilata Dadwerî ya Iraqê wê ji bo pêkanîna tedbîrên yasayî li dijî her kesê ku di kuştina wan her du kesan de heye dudil nebe.

Di 3 Çileya 2020’an de, Amerîka bi rêya balafirên bêmirov li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendis kuştin.

Piştre Donald Trump di civîna çapemeniyê de diyar kir ku hêzên wan her du fermandarên leşkerî li Bexdayê bi serkeftî kuştin e.

Back to top button