Netenyahu: Di mijara Îran û Filistînê de em ji Biden cuda difikirin

Bi hatina rêveberiya nû ya DYA yê re, cuda bûna di navbera stratejiya Îsraîl û Amerîkayê ya li rojhilata navîn de, êdî xwe didin der. Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu diyar kir ku her çiqasî bi rêveberiya Waşîngtonê re li ser gelek mijaran xwedî hem fikirin, lê nêrîna wan ya li ser mijara Filistîn û Îranê cudaye.

Binyamîn Netanyahu, di roportaja ji Qenala 12’an re kirî de li ser mijarên di rojevê de axivî.

Li ser pirsa tevî 4 hefte ne, serokê DYA Joe Biden yê erkê serokatiyê dewir girtiye û peywendî bi were ne daniye, Netenyahu ev bersiv da.

Wê bigere.

Nêzî 40 salin dostaniyek me ya bihêz heye.

Em hev nas dikin.

Netenyahu anî ziman ku her çiqasî ew di gelek mijaran de hemfikirin, lê di mijara Filistîn û Îranê de nêrîna wan cuda ye.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki her çiqasî di daxuyaniya çapemeniyê ya 11’ê Sibatê de diyar kir ku wê di navbera Biden û Netenyahu de peywendiyek di dema kin de pêk were jî lê heta niha vê yekê encam nedaye.

Back to top button