Rewşenbîrên Ereb ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku pêwîst e gel li hember komployê û tecrîda girankirî bê deng nemînin û gotin:
“Misogeriya pêkanîna aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn di azadiya Rêber Apo de ye.”
Helbestvan Mihemed El Mehmûd anî ziman ku misogeriya pêkanîna aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn di azadiya Rêber Apo de ye û got:
“Berfirehkirina zexta gelêrî ya civakan dê aliyên berpirs neçar bike ku pabendî qanûnên xwe bin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”
Nivîskar Ehmed El Sayir teqezî bi girîngiya zexta gelêrî, pêşxistina zanabûnê û naskirina rastiya komployan da, ku di encamê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê pêkanîn.
El Sayir diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan hişt gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya xwe bi dest bixin û got:
“Pêwîst e gel li hember komployê û tecrîda girankirî ya ji 3 salan ve ya li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk tê bê deng nemînin.”