Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî bi boneya hatina meha Remezanê peyamek weşand û hate gotin:”Em bang li hemû bawermendan dikîn, di vê mehê de peyamên aştî û jiyana hevbeş qebûl bikin, bila rojî û duayên we ji bo dawî anîna zordariya dewleta Tirk ya li ser Gelê Kurd be.”
Peyama Tevgera Azadî wiha ye:
“Em meha Remezanê li tevahî misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikin.
Herwiha hêviya xêr û aştiyê ji bo hemû cîhanê dixwazîn.
Bang li mela û bawermendên nîştimanperwer ên Kurdistanê dikîn, di meha Remezanê de bila peyamên we ji bo jiyane hevbeş û alîkariyê bin.
Gel derbarê sixtekariya desthilata dagirker û faşîzane de hişyar bikin.
Peyama remezanê aramî, aştî, edalet û ruhê pak û raste, rêya xweparastina ji hemû xirabî û çewtiyane.
Bila rojî û duayên her kesê ji bo dawî anîna zilma ku dewletên dagirker ên Kurdistanê bi navê ol û netewperesetiyê li ser Gelê Kurdistanê dikin bin.”