Xelkê gundewarên Idlibê careke din li hemberî binpêkirinên domdar ên çeteyên “Tehrîr El Şam” xwepêşandanek li dar xistin.
Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) parve kiriye, xelkê bajarê Ermenaz û bajarokê Teûm ên Idlibê duh bi şev li hemberî kiryarên çeteyên “Tehrîr El Şam” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, xwepêşandanek li dar xistin.
Li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê gelek caran li hemberî kiryarên çete û dagirkeran xwepêşandan li dar dikevin.