Wê li Qendîlê Newroz 21’ê Adarê bê pîroz kirin

Wê Cejna Newrozê îsal li Binarê Qendîlê bi dirûşma ‘Ji bo Rêber Ocalan azadî, ji bo pirsa Kurd çareserî’ bi tevlîbûna hezaran kesî bê pîrozkirin.
Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê banga tevlîbûna Newroza Qendîlê li gel kir.
Her wiha Endama Nûnertiya Kongreya Star ya li Başûrê Kurdistanê Roza Hesen jî banga tevlîbûna cejna Newrozê kir û got: “Bi reng û hêza jinan, Newrozê pîroz bikin, ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan têbikoşoin.”

Yek jî navenda cejna netewî çiyayê azadin ango Qendîl e.

Wê Cejna Newrozê îsal li Binarê Qendîlê bi dirûşma ‘Ji bo Rêber Ocalan azadî, ji bo pirsa Kurd çareserî’ bi tevlîbûna hezaran kesî bê pîrozkirin.

Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê bi daxuyaniyek çapemeniyê banga tevlîbûna Newroza Qendîlê li gel kir.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Emîne Mihemed daxuyanî da û got:

“Wê şahiya îsal ya Newroza Qendîlê roja 21’ê Adarê di saet 12:00’an de destpêbike.

Gelê me yê hêja, em ê îsal Cejna Newrozê di meha pîroz a Remezanê de pîroz bikin.

Her du rojên pîroz bi hevre watedartire.

Meşaleya Newrozê 2724 salin venemiriye, rêya me ronî dike û rê nîşanî me dide.

Gelê me yê welatparêz, meşaleya Newrozê niha li hemû çiyayên Kurdistanê di destê gerîlayên azadiyê de ye.

Werin em bi hevre agirê Newrozê geş bikin û banga azadiya Rêber Apo bikin.”

Nûnertiya Kongreya Star: Agirê Newrozê geş bikin û Rêber Ocalan azad bikin

Her wiha Endama Nûnertiya Kongreya Star ya li Başûrê Kurdistanê Roza Hesen jî banga tevlîbûna cejna Newrozê kir û got:

“Bi reng û hêza jinan, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ li meydanan Newrozê pîroz bikin, ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan têbikoşoin û dagirkeriyê têk bidin.”

Deklarasyona Newroza 2024’an a li Bakurê Kurdistanê hate eşkerekirin

Back to top button