Gerîlayên YJA Starê: Li hemberî Jin ên azad ti hêz nikare bi ser bikeve

Gerîlayên YJA Starê ji tunelên şer 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Rêber Apo û li hemû jinan pîroz kirin.
Gerîlayên YJA Starê gotin: Li hemberî jin ên azad, ti hêz nikare bi ser bikeve. Ji bo mezinkirin û berfirehkirina azadiyê divê jin hemû berê xwe bidin refên azadiyê.

Gerîlayên YJA Starê li tunelên şer jî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coşeke mezin pêşwazî kirin.

Gerîlayên YJA Starê gotin: “Têkoşîna jinê ya ku bi fikir û îdeolojiya Rêbertî tê meşandin îro bandorê li her devera cîhanê dike.

8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi îdeolojiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêber Apo modeleke jiyana nû afirand.

Ev îdeolojiya ku li gelemperiya cîhanê mîna şoreşê ye, jinên ji hemû civakan li dora azadiyê li hev civand.

Mejiyê dewleta netewe ya ku li ser kolekirina jinê hemû nirxên mirovahiyê dîl digire bi rengekî topyekûn êrîşî têkoşînê dike.

Bi rêbaza şerê taybet bi taybetî li dijî jin û ciwanan medya, huner û wêjeyê bi kar tîne û bi vî rengî rêbazên asîmîle û dejenerekirinê kûr dike.

Hêzên serwer ku di nava sîstema xwe ya kaosê ya li nava civakê ti sînorên şer nas nakin, bi bikaranîna her cûre teknîkê dixwazin qirkirinê pêk bînin.

Gerîlayên YJA Starê: Divê Jin berê xwe bidin azadiyê

Gerîlayan herî dawî ew peyam da hemû jinan û gotin:

“Em vê peyamê didin jinên li tevahiya cîhanê;

li hemberî jinên ku azad bûne ti hêz nikare bi ser bikeve.

Ji bo azadî hîn bêhtir bê mezinkirin û li her qadê bê belavkirin divê jin hemû berê xwe bidin nava refên azadiyê.”

Li Tirkiyê Jinan bi peyamên bilindkirina berxwedanê 8’ê Adarê pîrozkirin

Back to top button