Xelkên Bakur û Rojhilatê Suriyê meha Remezanê pêşwazîkirin

Îro roja yekem a meha Remezanê ye.
Her kes li gorî wê dest bi hazirtiyan kiriye.
Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, li gor derfetên xwe meha Remezanê pêşwazîkirin.

Meha Remezanê ji mehên din yên salê cûdatire û tayîbetmendiyên xwe gelekin.

Di vê meha pîroz de alema îslamî bi kêfxweşî vê mehê pêşwazî dike.

Ev meh wekî meha Xêr û Pîroz tê naskirin ku malbat di vê mehê de li hev dicivin û bi hev re amadekariyan dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Suriyê jî rengîniya vê yekê tê dîtin.

Lê ji ber kêmbûna nirxê lêreya Sûrî xelkên herêmê gelek zehmetiyan dikşînin.

Xelkên bajarê Tebqayê ji ber bihabûna madeyên xwarinê ji dikanekê ta yeke din, zehmetiyan dibînin û giliyên xwe tînin ziman:

Temenê min 72 sale, ez di veguhestina çîmento, behis û kerpêçên lêkirinê de kardikim da ku ez ji malbata xwe re lêçûnê peyda bikim.

Jiyana me roj bi roj e, buhabûna madeyan ji dikanekê ta yeka din cûda ye.

Di demên berê de me her tişt ji mala xwe re peyda dikir, lê îro em bi zehmetî tiştên xwe peyda dikin.

Di be ku çareseriyekê ji bilindkirina dolr e bê dîtin û divê çavnêrî li ser dikanan bêhtir bê kirin.

Bi hatina meha Remezanê vê carê ken li ser rûyê şêniyên Tebqayê kêm bûye û sûkên bajêr wekî her sal qelebalix lê tune ye.

Şêniyên Kantonê tekez kirin ku ew nikarin pêdiviyên malbatê peyda bikin û banga li rayedarên peywendîdar kirin ku çavnêriyê li ser bazirganan bêhtir bikin.

Berê di meha Remezanê de malbat û dilxwaz li hev diciviyan û ji paşîvxwarinê re çêjek taybet hebû.

Lê di dema îro de wekî xem tê diyarkirin ji ber mijara lêçûnê û buhabûna madeyan.

Berê bi 5 hezaran me hemû tişt ji mala xwe re pyda dikir, lê niha em bi 5 hezaran kîsekî nan dikirn.

Em gelek zehmetî û astengiyan dibînin ji hêla cûdahiya di nav bera dikanan de.

Rewşa şêniyên kantona Reqayê jî ne kêmî yên Tebqayê bû.

Tevî rewşa xirab ya Aborî û jiyanî şêniyan dest bi kirîna pêdiviyên meha Remezanê kirin.

Lître ya Zeytê îro nirxê wê 74 hezar e, çima 74 hezar e.

Meha Remezana berê derfetên dabînkirinê bêhtir bûn, îsal derfet tune ye.

Firoşkar jî dibêjin tevî ku madeyên xwarinê gelek bûhane, lê tiştên pêwîst peydakirine.

Xwediyên dikanan jî behsa cudahiya buhabûna nirxên madeyan kirin û dibêjin kirîn û firotina medeyan ji salên borê pir heye.

Vê yekê jî bi êrişên dawî yên dewleta Tirkiyê a dagirker ve girê didin ku li ser binesaziyên aborî û jiyanî pêk anîn.

Sedemên buhabûna madeyan êrişên dewleta Tirkiyê a dagirker e, ew sedema bingehîn a buhabûnê ye.

her wiha gelek binesazî hatin hedefgirtin gaz, petrol û nexweşxane ji ber vê veguhestina madeyan dereng dighêje sûkê.

Back to top button