Di encamê êrişa li Bûrkîna Fasoyê de herî kêm 27 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Bûrkîna Fasoyê çeteyên girêdayî DAÎŞ’ê li dijî sivîlan du êrîşên cuda pêk anî.
Herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çekdaran di dawiya hefteyê de li Bûrasso ya dikeve bakurê rojhilatê welat, êrîşek li dijî gelê sivîl pêk anîn.

15 kes jin, mêr û zarok jî di nav de hatin qetilkirin.

Li gorî Çavkaniyeke herêmî derdora 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Heman çavkaniyê got:

“Çekdaran destpêkê saet derdora 17.00’an de li gund geriyan û gule berdan hewayê.

Bi şev vegeriyan û bêserûber gule li gel reşandin.”

Êrîşeke din li Namîsîgîma ya dikeve bakurê parêzgeha Yatenga pêk hat.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê 12 kes hatine qetilkirin ku 3 ji wan milîsên xwebexş in.

Di salên dawî de li herêma Sahelê êrîşên komên girêdayî El Qaîde û DAÎŞ’ê zêde bûne.

Berdêla herî giran jî sivîl didin.

Back to top button