Jin li Rojava pêşengiya şoreşê dikin. Gulistan Gulo a ji ciwantiya xwe de kar dike, hîna jî li ser erka xwe ye. Gulistan dibêje; Ez ê zarokên xwe li ser xeta şehîdan û doza Kurd mezin bikim.
Li Rojavayê Kurdistanê gelek jin bi tevgera azadiya Kurdistanê re rolek mezin listin.
Yek ji wan jinan jî Gulistan Gulo ye.
Gulistana dayîka 4 zarokan, ji taxa Hililiyê ya bajarê Qamişlo ye.
Ew jî mîna her ferdekê ji malbata Gulo bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bandor bûye û kar dike.
Gulistan di zaroktiya xwe de bi malbata xwe re diçe Bekaayê û Rêber Apo dibîne.
Ji ciwantiya xwe de Gulistan karê rêxistinê dike.
Gulistan 2011’an fermî tevlî xebata Yektiya Star ku niha navê wê Kongra Star e bû.
Ew dibêje ji bo mafê xwe û hemû jinan tevlî şoreşê bûn e.
Gulistan Gulo: Ez ê zarokên xwe li ser xeta doza Kurd mezin bikim
Gulistane demekê xebatên Meclisa Sûriya Demokratîk de jî cih digre.
Gulistan dawiyê da anî ziman ew ê zarokên xwe jî li ser xeta doza Kurd perwerde bike.