Li Berlînê..herî kêm kesek mir 30 jî birîndar bûn

Li Berlînê li navçeyeke kirînê ya navdar, otomobîlek bi ser gel de ajot.
Di encama bûyerê de kesek mir û nêzîkî 30 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Alman de, şofêrê wesayîtê li cihê bûyerê hate girtin.

Polîsê Berlînê li ser Twitterê ragihand ku heta niha nayê zanîn bûyer qezayek bûye yan karekî bi zanebûn bûne.

Gelek polîsên bi çekên giran ewlekariya herêmê kirin û nêzî 60 tîmên agirkujê hatin cihê bûyerê.

Li Berlînê di sala 2016’ê de, êrîşî bazara Noelê kiribû û 11 kes kuştin.

Back to top button