TOPBARAN ARTÊŞA TIRK LI SER NAVÇEYA ŞÊRAWA 3 SIVÎL Û ZAROEK ÊN BIRÎNDAR KIR

Zarokek û 3 sivîl di encama topbaran Artêşa Tirk û çeteyên wê li ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê birîndar bûn. Hêzên Rizgariyê jî bersiveke tund da..Vê bersivê hişt ku, Dewleta Tirk bi Helîkopteran birîndarên xwe rakin û nexweşxaneya Kilisê bikeve seferberiyê de..

 

Ev kun di banê maleke sivîlan de çêbûye.

Ji ber topbaran Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Şêrawa ev xerabî çêbûye.

Lê ne tenê xaniyan zirar dît, sivîlên di xaniyên xwe de jî ji ber topbaran dagirkeran birîndar bûn.

Mêrvan Berekat ê 1 salî.

Remzî Mehmûd Berekat ê 30 Salî.

Kîbar Berekat Berkat ê 50 salî û Sûzan Elîko ya 23 salî ku hemû ji malabtekê û gundê Soxanekê birîndar bûn.

Ne tenê ev gund, ji saetên nîvro ve, topbaraneke dijwar bi ser gundê Aqîbê, Soxanekê, Meyasê, Zerenîtê yên navçeya navborî de hat.

Ji bilî qurbaniyên sivîl, zirareke mezin li mal û milkên şêniyan çêbûn.

 

HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ HRE:
GELEK LEŞKERÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN Û BIRÎNDARKIRIN

Li kêleka vê topbaranê jî, Hêzên Rizgariya Efrînê bersiveke tuned da dagirkeran..

Têkildarî wê jî, daxuyeniyek bi raya giştî re parve kir..

Hêzên Rizgariyê ragihand ku di dema ku Artêşê û çeteyan navçeya Şêrawa topbaran dikir û balafirên wan digeriyan, derbeyek giran li Artêşa Tirk da..

Hêzên Rizgariyê baregeheke Artêşa Tirk a li nêzî qada şer kir armanc..

Di encamê de, gelek kuştî û birîndarên leşkeran çêbûn..

Dewleta Tirk jî bi helîkopteran birîndarên xwe rakirin.

Bêyî ku hejmara wan were eşkerekirin, nexweşxaneya Kilisê ji ber birîndarên leşkerên Tirk ket seferberiyê .

Dîmenên nexweşxaneyê jî bi awayekî zêde li ser medyaya torên civakî hatin parvekirin..

Berî çend rojan, di encama şerekî giran li gundên Şera de, herî kêm 7 çeteyên Dewleta Tirk hatibûn kuştin..

Di heman çarçoveyê de Hêzên rizgariyê da zanîn ku ji doh û heta vê sibehê, Artêşa Tirk û çeteyên xwe, gundên navçeya Şêra Malkiyê û Merenaz dan ber topan..

Hêzên rizgariyê jî bersiv da û şerekî giran qewimî..

Li wir, şervanekî Hêzên Rizgariyê şehîd bû..

Leave a Reply

Back to top button