Dewleta Tirk Til-Rifet bombebaran kir, 6 jê zarok 9 welatî birîndar bûn

Êrişên dewleta tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi topan li ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomin. Îro jî dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bi çek bar kirî sûka bajarê Til-Rifetê bombebaran kir. Di encamê de 9 welatî ku ji wan 6 zarokin birîndar bûn.

Êrişên dewleta tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi topan li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomin.

Îro, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bi çek barkirî navenda bajarê Til- Rifetê yê Şehbayê bombebaran kir..

Bombebaran li nava Sûka bajêr pêk hat.

Di encamê de 9 welatî ku di nava wan de 6 zarok in birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

Navên birîndaran wiha ne:

  • Dîna Osman (6)
  • Mehmûd Xerîb Mamo (6)
  • Hisên Cemal Qasim (7)
  • Avrîn Ebdulrehman Heyder (13)
  • Orîvan Mihemed Ebdo (15)
  • Hisên Beyrem Elîko (43)
  • Sebah Henan Hemo (10)
  • Azriya Ehmed Reşo (23)
  • Ronahî Silo 27 salî

Mehmûdê 6 salî ku di êrişê de birîndar bû rakirin nexweşxaneyên Helebê

Ji ber birîna wî giran bû, Mehmûd Xerîb Mamo yê 6 salî rakirin nexweşxaneyên bajarê Helebê.

Dewleta Tirk gundên Şehbayê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker şeva derbas bûyî jî navçeya Til Rifet da ber topan..

Beriya wê jî dagirkeran gundê Wehşiyê yê kantona Şehbayê top baran kiribû..

Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bû

Her wiha dewleta Tirk gundê Tewîla û Til Cuma yê Asuriyan ê Til Temirê jî topbaran kir.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa li dijî gundê Til Cuma de şervanekî wan şehîd bûye.

Back to top button