Kanada wê 88 cûreyên balafira F-35 bikire

Alozî û gurbûna şerên li cîhanê re, Kanada xistiye nava tevgerê. Rêveberiya Kanada pêwistiya xwe bi xurtkirina qada hewayî dibîne. Ji bo pêwistiya hêzên xwe ya hewayî pêk bîne, Kanada wê 88 balafirên F-35 bikire.

Wezîra Parastina Netewî ya Kanadayê Anita Anand di kongirekî rojnamevanî de ligel Wezîra Kirînên Niştimanî Filomena Tassî ragehand ku, ew plan dikin 88 balafirên şer bikirin.

Ji bo vê yekê jî bûdceyek 19 milyar dolar hatiye cudakirin.

Anita Anand diyar kir ev nayê wê wateyê ku peymana kirîna balafirên şer ên ji aliyê şîrketa parastina Amerîkayê Lockheed Martin ve tên hilberandin, bi awayekî fermî bûye.

Anand got, Me bi şirketê re, danûstandinên dawî dane destpêkirin û plan dikin ku heta dawiya salê biqedînin.

Anand anî ziman ku ger ev daxwaza wan neyê pejirandin ew ê li gel şirketa Swêdê bikevin danûstandinan.

Wezîr Anand diyar kir ku bi kirîna F-35’an wê serweriya Kanadayê ya li Arktîkayê zêde bike.

Tassi, daxuyakirin ku ev desteserkirin wê di 30 salên dawî de, bibe berhemanîna herî girîng a Hêza Hewayî ya Kanadayê.

Back to top button