Li Almanya di nava 5 salan de bi dehan kes bi destê Nîjadperestan hatin kuştin

Nijadperestî yek ji nîşaneya metirsiya di navbera mirovan de ye. Ev hestê metirsîdar di her fersendê de rastiya xwe dide hiskirin. NAZÎ yên ku li ser faşîzma wan re zêdeyî 75 sale derbas bûyî, disan xwe dan hîskirin. Ji ber vê nîjadperestiyê li bajarê Hanau yê Almanyayê, 9 kes hatin kuştin. Di nava 5 salên dawiyê de, bi dehan kes bi destê nîjadperestan hatin kuştin.

Şeva 19’ê Sibatê li Eyaleta Hessenê ya Almanyayê êrişeke nijadperestî pêk hat..

2 êrişên li bajarê Hanaû bû sedema mirina 9 kesan..

Di nava qurbaniyan de 5 Kurd jî hene..

Navê kesên ku di êrîşê de hatine kuştin ji wiha ne:

Ferhat Unvar

Gokhan Gultekin

Can Gulcu

Bilal Gökçe

Sedat Gurbuz

Fatih Saraçlar

Hamza Kutovic

Said Nessar El Hashemi

û jina bi navê Mercedes a ji Polonyayê

Ji ber vê yekê hêrsa li dijî nijadperestiyê ya Kurdistaniyên li Almanyayê zêde bû..

Di serî de bajarê Hanau, li dehan navendên Almanyayê Kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê derketin.

Li Almanyayê ji sala 2014’an ve tevgera nijadperestiyê zêde dibe..

Rêxistina binavê Pegîda ku xwe weke dijberê Îslambûna Ewrûpayê dibîne, pêşengiya vê tevgerê dike.

Li qada siyasetê jî Partiya rastgir a binavê Alternatîf ji bo Almanyayê rê li ber zêdebûna rihê nijadperestiyê vekir.

Ev herdû alî jî bi kîn û nefreta xwe a li hemberî biyaniyan tên naskirin..

Di nava 5 salên derbasbûyî de, ji ber bilindbûna pêla nijadperestiyê gelek êrişên çekdarî pêk hatin..

Û di encamê de bi dehan mirov hatin kuştin..

Back to top button