Kongreya Kedkarên Bakûr û Rojhilatê Sûrî li Hesekê pêk tê

Îro li bajarê Hesekê yekemîn kongereya Yekîtiya Kedkarên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi amadebûna sedan kedkaran pêk tê.

Di kongreyê de nûnerê Rêveberiya Xweser û gelek kesayet û rêveberên saziyên karkeran amadebûn.

Kongre li navenda Serdemê ya Ii taxa Mişêrfê pêk tê.

Di kongrê de li ser navê Rêveberiya Xweser Hiqmed Hebîp axîvî.

Hebîp derbarê rewşa dawî û gefên dewleta Tirk de axîvî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûmûneyeke ji bo çareseriya pirsgirika Sûrî ye.

Lê hin alî taybet jî dewleta Tirk naxwaze ev projeya Netewa Demokratîk kû hemû beş û aliyên civakî di nav xwe de dihewîne bi ser bikeve.

Her wiha Hiqmed Hebîp di derbarê danûstandinê yên bi hikûmeta Şamê re jî eşkere kir ku ew weke Rêveberî hertim ji bo çareseriyû danûstandinan amadene.

Lê hikûmeta Şamê hîn jî di hişmendiya xweya beriya 2011’an de israr dike û ji bo çareseriya aloziya siyasî a Sûrî gavan navêje.

Piştî axafinan rêziknameya hate xwendin û heta vê kêliyê kongre berdewam dike.

Back to top button