Nûnerê taybet ê DYE’yê yê karûbarê Îranê Brian Hook hişyar da Îranê û diyar kir ku divê Îran yan danûstandinê bi Amerîka re bike yan jî, hilweşîna aborî hilbijêre.
Brian Hook destnîşan kir ku ev 3 salin Amerîka bi zextên siyasî û aborî kariye rejîma Îranê kontrol bike.
Brian Hook destnîşan kir ku dorpêç û cezayên aborî bûne sedema wêranbûna aboriya Îranê û got:
Îro li pêşiya Îranê du bijarde hene.
Yan dê bi Trump re dest bi danûstandinê bikin an jî dê aboriya wan bi temamî wêran bibe.