Rêxistina Sara bernameya xwe ya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir

Rêxistana Sara ya li dijî tundiya li ser jinê li Qamişo bi dirûşmeya “Namûs ne di bedena jinê de ye, namûs di azadiya civak û xakê de ye” dest bi pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê kir.

Rêxistina Sara, bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinan pêngava “Namûs ne di bedena jinê de ye, namûs di azadiya civak û xakê de ye” ragihand.

Duxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara Nasra Îbrahîm ve li bajarê Qamişlo hat xwendin û wiha hat gotin:

Bi belavbûna zêhiniyeta mêrsalarî, tundî û derketina mêtingeriyê, koletiya li ser jinan hat xurtkirin, rola wan a di civakê de hat kêmkirin, kaos belav bû, bi hinceta namûsê jin hatin kuştin.

Tevî têkoşîna berdewam a jinan ji bo bidestxistina maf û azadiyê, hê jî tundî her ku diçe girantir dibe.

Ji ber siyasetên dewletên derve heta nina li herêmên me jin tên kuştin.

Rêxistina Sara balkişand sser têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got Jinên herêmê bi berdêlan destkeftiyên mezin bi destxistin û ev jî bûye tirsek di dilê hêzên desthilatdaran de.

Ji ber vê jinên pêşeng dibin hedefa êrîşên dewleta Tirkiyê.

Rêxistana Sara da zanîn ku ji bo gihiştina civakeke demokratîk a bê tundî, têkoşîneke bêwestan, belavkirina hişmendiyê, şopandina pirsgirêkan û pêkanîna qanûnan pêwîst e.

Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan wiha ye:

  • Dê belavok bên belavkirin.
  • Bi Meclisa Jinên Olî re civîneke diyalogê were lidarxistin.
  • Li navçe û dibistanan dê wane têkildarî vê rojê werin dayîn.
  • Gundê jinan (Jinwar) dê were ziyaretkirin.
  • Bi şev wê meşek bê rêxistinkirin û bi koordîneya Hîlala Zêrîn xebateke biçûk a şanoyê bê pêşkêşkirin.

Back to top button