Pentagon: Me Balafira bê mirov a Tirkiyê anî xarê

Sibeha 5’ê Cotmehê dewleta Tirkiyê bêserûber êrişî xaka Rojavayê Kurdistanê kir.
Çavkaniyên jiyanî yên bi mîlyonan mirovî bûn armanca van êrişan.
Sivîl hatin kuştin, navendên av û elketrîkê hatin rûxandin.
Û weke her carê cîhan li hemberî kuştina Kurdan kerr û lal e.
Bi taybet Amerîka ya ku di her fersendê de îdîa dike ku ji ber têkbirina DAIŞ’ê mirovahî deyndarê Kurdan e, xwedî siyaseteke durû ye.
Derdê Waşîngtonê ew e ku tenê balafirên Tirk nêzî hêzê wan nebin, wekî din kuştina Kurdan û qaşo hevalbendên wan yanî şervanên QSD’ê rewa ye.

Doh li gorî dema herêmê saet li 11:40 deqeyan, Balafira bê mirov a Tirkiyê li herêma Hesekê kêmî yek kîlometre nêzê hêzên Amerîkayê bû.

Ev yek ji bo hêzên me xeterî peyda kir û paşê drona şer a Tirkiyê ji aliyê balafirên Amerîka ên F-16 ve hate xistin.

Ev lêdan ji bo me mafê parastina rewa ye

Tirkiyê bi zanebûn hêzên Amerîkayê dike armanc.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pat Ryder, doh di konferansa çapemeniyê de eşkere kir ku wan balafireke bê mirov a Tirkiyê anîne xwarê.

Nêzî me nebe wekî din kuştina Kurdan rewa ye!

Ji naveroka gotinên, Ryder eşkere dibe ku Amerîka ev yek ne ji bo parastina sivîlên herêmê, an jî astengkirina êrişên dagirkiriyê yên Tirkiyê kiriye.

Lewma yekane derdê wan ew e ku ti xeterî li ser hêzên wan çênebe.

Bi gotineke din, eger di her cûre êrişên neheq ên Tirkiyê li ser Rojava û herêmê, eger zerar li hêzên Amerîka nebe, wê demê kuştina Kurdan û paşê hevalbendên wan ên li dijî DAIŞ’ê rewa ye.

Hem bêdengiya Waşîngton û hem jî ya Koalîsyona Navdewletî vê yekê nîşan dide.

Û careke din eşkere bû ku Amerîka di berdêla bercewendiyên xwe de dikare bi hêsanî pişta xwe bide Kurdan.

Sibeha 5’ê Cotmehê artêşa Tirkiyê bi balafirên şer û dronên êrişê bi dehan navendên çavkaniyên jiyanî yên li Rojava bombardiman kirin.

Hema bêjin li hemû deverên ku bûne ermanca êrişan, baregehên Amerîka û hêzên Koalîsyona Navdewletî hene.

TIRKIYÊ ÇAVKANIYÊN JIYANÎ LI ROJAVA JI HOLÊ RADIKE

  • Ji Şehbayê bigrin heta bi Dêrikê:

1-29 navend û kargehên çavkaniyên jiyanî yên sivîl.
2-Naxweşxaneyeke li Dêrikê.
3-7 navendên hilberîna petrolê.
4-2 navendên ava vexwarinê.
5-Bendava Çilaxa
6-Navenda Gaza Xwezayî ya Siwêdiyê.

  • Li gorî daneyên fermî, heta niha

1-12 kes şehîd bûn
2-14 jî birîndar hene.

Hevalbendiya koalîsyonê ya sexte

Cotmeha sala 2014’an, bi êrişa li dijî bajarê Kurdan Kobanê, cîhan fêm kir bê hebûna DAIŞ’ê ji bo wan çendî xeter e.

Wê demê ji ber ku yekane hêza li dijî DAIŞ’ê ser hilda Kurd bû, di serî de Amerîka hêzên cîhanî neçar man ku hevalbendiyê li gel Kurdan bikin.

Lê berevajî îdîayên Amerîka û hêzên cîhanî, ev hevalbendî tenê di çarçoveya berjewendiyên wan de ma.

Destûrdayîna wan a dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî.

Bê dengiya li hemberî êrişên 2022 û herî dawî yên 5’ê Cotmeha 2023’an careke din nîşan da bê dostaniya ku Amerîka û cîhan behsa wê dikin çendîn sexte ye..

Back to top button