HPG: Di şerê 10 rojan de 147 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê de li dijî başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê daye destpêkirin. Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê gerîla derbên giran li dagirkeran dide. HPG’ê bîlancoya şerê 10 rojan eşkere kir. HPG’ê ragihand ku 147 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG’ê bi berxwedaneke dîrokî bersivên tund didin artêşa Tirk a dagirker. Ji 23 yê Nîsanê ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê artêşa Tirk derbên giran dixwe û windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer ya navbera 23’ê Nîsanê û 3’ê Gulanê eşkere kir.

HPG’ê diyar kir gerîla ji bo serxistina pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi navê Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê pêngavên şoreşger dan destpêkirin û ji 23’ê Nîsanê heta 3’ê Gulanê di nava 10 rojan de bi wêrekî û berxwedaneke mezin, êrişên dijmin hemû pûç kirin.

HPG’ê destnîşan ki dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de ji leşkerên xwedî perwerdeya taybet heta kûçikan, ji bombebarana herî giran heta bikaranîna gazên bi jehr û kîmyewî, bi her awayî êriş kir lê ti encam bi dest nexist.

HPG’ê wiha dewam kir,

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava van 10 rojên şer de li ser bingeha taktîk, perspektîf û xeta gerîla ya serdema nû, ji çalakiyên Hêzên Parastina hewayî heta sabotajê, sûîqest û lêdana bi çekên giran, ji çeka termalê heta çalakiyên gerîla yên bi hevdemî û koordîneyî bi asteke bilind û lêdaneke tund pratîkek xurt hate nîşandan.”

HPG’ê da zanîn artêşa Tirk ku bi derfetên xwe yên şer pesnê xwe dide, li Metîna, Avaşîn û Zapê asê maye, nekariye bi pêş ve biçe.

“Artêşa Tirk tevî ku hejmara kuştiyên xwe vedişêre her şev bi dehan helîkopteran mirî û birîndarên xwe radike. Di heman demê de leşkerên dagirker ên nema dikarin şer bikin cihê wan diguherîne, hêzên nû dixin şûna wan.”

HPG’ê ragihan ku di şerê deh rojan de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker 116 çalakî pêk anîn û di encamê de 147 leşkerên Tirk hatin kuştin. Her wiha HPG’ê da zanîn di encama berxwedaneke mezin de 6 gerîla jî şehîd bûn.

HPG’ê diyar kir di şer de hêzên gerîla gelek çek û cebilxane jî li ser dagirkeran rakirine.

HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd bûne de ev tişt anî ziman,

“Di şerê 10 rojan de hevrêyên me Ekîn, Asya, Çiyager, Dilşêr, Delal û Viyan bi rojan li dijî dijmin şer kirin û destanên lehengiyê nivîsandin. Ev berxwedana ku hêzên me bi ked û fedakariyeke mezin, bi ruhê fedayî yê Apocî nîşan didin wê pêşî li dagirkirina Başûrê Kurdistanê bigire, wê li her derê berxwedanê bilindtir bike, di meşa Rêberê Azad û Kurdistana Azad de encameke mezin bi dest bixe.”

Back to top button