Li Bakurê Kurdistanê leşkerên ku Kurdan dikujin nayên darizandin

Li Tirkiyê tu Kurdan bikujî, tu nayê cezakirin.
Ev yek di kuştina Pakîze Hazar de şênber bû. 

14’ê Hezîrana 2017’an, li navçeya Licê ya Amedê çawişê pispor S.K. bi wesayita zirxî pê li Pakîze Hazar a 85 salî kir û ew kuşt.

Dadgeha Tirkiyê qaşo ji ber vî sûcê bizanebûn, 2 sal û 6 meh li leşkerê kujer birîbû.

Dadgehê dosyaya leşkerê kujer, kir cezayê pere û dosyaya wî beramberî 18 hezar û 200 lîreyên Tirk girt.

Heman nêzîkatî di kuştina Îpek Er de jî derketibû.

Çawîşê Pispor Musa Orhanê ku bûbû sedema kuştina vê jina Kurd, bi piştgiriya Wezîrê Hindir hate berdan.

Back to top button