Hikûmeta Îraqê dê li Nînowayê dest bi vekirina korên komî bike

Hikumeta Îraqê dest bi derxistina termên 123’ê kuştiyên bi destên DAIŞ’ê li parêzgeha Nînewa kir da ku nasnameya wan destnîşan bike.

Duh hikumeta Îraqê ragihand ku wê li parêzgeha Nînewa navçeya Badoş’ê dest bi vekolînkirin û derxistina termên 123 kesên ku bi destê DAIŞ’ê hatibûn kuştin bikin.

Hikûmetê diyar kir ku wê bi rêka DNA yê nasnameya kesên ku hatine kuştin diyar bikin.

Girêdayî mijarê, parêzvanê Nînewa Necim El-Cibûrî jî di konfiranseke Çapemeniyê de da zanîn ku hîn 45 kome gorên din ên li derdora parêzgehê belavbûyî hene.

Necim El-Cibûrî diyar kir ku ji ber şertûmercên weke germahiya zêde ew zehmetiya dikişînin.

El-Cibûrî bang li hêzên navdewletî kir ku ji wan re alîkarbin.

Back to top button