Li Amedê piştî Newrozê 350 kes hatin binçavkirin

Dewleta Tirk a faşîst beşdarbûna gel a newroza Amedê tehmûl nekir û piştî Newrozê 50 jê zarok ji 350’yî zêdetir kes binçavkir.

Dawiya Newrozê ya ku li 42 navendan hat pîrozkirin li Amedê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî’ pêk hat.

Piştî pîrozbahiyên Newrozê gelek kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin 50 zarok û 300 welatî hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku di nav kesên hatine destgîrkirin de parêzer jî hene.

Her wiha hat hînbûn ku zarok birine Şaxa Zarokan a Amedê û welatiyên din jî birine qerekola polîsan a li ser riya Farqînê.

Fînala Newroza 2023’a li Amedê bi heybet hate pîrozkirin

Back to top button