Tevgera Azadiyê: Em ê Kurdistanê azad bikin û dawî li tecrîdê bînin

Tevgera Azadiyê, di pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê de peyamek da û got: “Em ê bi geşkirina têkoşînê, Peymana Lozanê xera bikin û Kurdistanê azad bikin.”

Newroza Qendîlê ku ji çar aliyên Kurdistanê kes hatin ba hev, bi awayekê bi coş hat pîrozkirin.

Peyama Tevgera Azadiyê li pîrozbahiyê hat xwendin.

Tevgera Azadiyê di peyama xwe de destnîşan kir ku ew ê bi geşkirina têkoşînê Peymana Lozanê ji holê rabikin û Kurdistanê azad bikin û wiha domand:

“Cejina vejîn û jiyanê, cejina azadî û xwenûkirinê, cejina heqîqeta serkeftinê, cejina rêberê gel, rêberê azadiyê cejina Rêber Apo em pîroz dikin.

Di serdemeke wiha de ku em Newrozê pîroz dikin, rast e ku şîna gele me yê li Rojava û Bakurê Kurdistanê, gelek e.

Lê divê bê zanîn ku Newroz ne bi tenê bîreke çandî ye, nîşaneyeke têkoşînê ye jî.

Her Newroz, çêbûneke nû ye. Nexwe, em Newroza sala 2023’yan, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, li dijî hemû pergalên dîktatoriyê wek bertekeke siyasî û neteweyî pîroz bikin.”

Li Qendîlê cejna Newrozê hate pîroz kirin

Back to top button