Macron nûnerên xwe yên taybet wê bişîne welatên Misilman

Piştî zêdebûna êrîşên terorî yên di hefteya dawî de, Serokê Fransa Emmanuel Macron ji bo piştevaniyê, nunerên xwe wê bişîne gelek welatên Misilman.

Fransa ya ku naxwaza ji ber mijara karîkatorê, navbera xwe û welatên misilman xera bike, Tirkiye jî di navde wê nûnerên xwe yên taybet bişîne van welatan.

Macron ku li ser mijarê ji kanala El Jazeere re axivî wiha got:

Ev helwestên li dijî Karîkator ez temaşe dişopînin û maf jî didim.

Ji ber vê yekê êrîşeke bi fizîkî qet nayê pejirandin.

Wê hertim piştevaniya azadiya fikir ya li welat bikin.

Her wiha piştî van daxuyaniyan careke din serokomarê tirkiyê Erdogan zimanê faşîmê bikar anî.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî berteka xwe nîşan da û got:

Zimanê Erdogan yê kînê ku bikar tîne nayê pejirandin.

Back to top button