Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dewî de, 269 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Hevserokê desteya Tenduristiyê D.Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî..
- 59 li Dêrik
- 47 li Hesekê
- 37 li Qamişlo
- 36 li Reqa
- 24 li Tepqa
- 22 li Minbic
- 14 li Girkê Legê
- 12 li Dirbêsiyê
- 8 li Tirbespiyê
- 7 li Amûdê
- 1 li Til Temir
- 1 Rimêlan
- 1 li Çilaxa
Li gel van pêketiyan, D.Ciwan Mistefa eşkere kir ku 15 kes jî, ji vîrûsê baş bûn.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe 5 hezar û 247, ji wan 135kes jiyana xwe ji dest daye û 771 kes jî başbûne.