Hevserokên KNK’ê têkildarî sûîqestên li Başûrê Kurdistanê axivîn

Hevserokên KNK’ê dan zanîn ku beriya êrişa li dijî nûnertiya wan, hikûmeta Başûr hişyar kiribûn û gotin: “Me jê re got ku gefên kuştinê li endamên tên xwarin û tevdîran bigirin.
Lê guh nedan van hişyariyan.”
Her wiha hevserokan diyar kirin dewleta tirk bêyî alîkariyê nikare êrişeke wiha pêk bîne.

Di nava salekê de li Başûrê Kurdistanê 5 welatparêzên kurd di encama sûîqestan de hatin qetilkirin.

Hevserokên KNK’ê Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs têkildarî sûîqestên li herêmê axivîn.

Zeyneb Mûrad, di serî de bal kişande ser êrişa dawî a li dijî nûnertiya wan a li Hewlerê ku di encamê de endamê wan Denîz Bulbun şehîd bû.

Zeynep Mûrad: Êrişa li dijî nûnertiya me komployeke plankirî bû

Zeyneb Mûrad, êrişa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê weke komployeke plankirî nirxand û wiha got:

“Ev êriş ne tenê li dijî şexsekî yan jî KNK’ê, li dijî hemû kurdan û Kurdistanê hatiye kirin.

Bi vê êriş me dît bê ka ji xebatên yekitiyê çiqas aciz in.

Bi domarî Zeynebê destnîşan kir ku ev êriş beşeke kosepta êrişên li dijî Rojava, Şengal, Zap, Metîna û Avaşîne ye.

Zeyneb Mûrad: Bêyî alîkariyê ev êriş pêk nayê

Zeyneb Mûrad bibîrxist heta niha gelek welatparêz li Başûr hatin qetilkirin û wiha dewam kir:

Bêyî alîkariyê ev êriş pêk nayê.

Tu kes nikare di nava rojê de li cihekî ewqas asayîş lê heye êrişeke wiha pêk bîne û bi rehetî bireve.

Lewma me xwest ev bûyer bi berfirehî were lêkolînkirin û agahiyan bidin me.

Li pişt vê bûyerê kesên tarî hene û bi girtina kesekî ronî nabe .”

Li dijî van êrişan Zeynep Mûrad banga helwest nîşandayînê li gelê Kurd kir.

“Tevî ku me derbarê gefan de agahî dan, tu tevdîr nehatin girtin”

Hevserok Ahmed Karamus jî da zanîn ku di demên berê de gefa kuştinê li endamên wan hatibû xwarin û got:

“Di vê mijarê de me asayîşa Hewlêrê agahdar kir. Lê paşguhkirin.

Ahmed Karamûs: Dewleta Tirk ev êriş bi tena serê xwe nekiriye

Karamûs, bi lêv kir dewleta tirk bêyî alîkariya sîxûr û hevkaran nikare êrişan bike û wiha axivî:

“Balkêş e ku li ser xaka Kurdistanê li navenda Hewlêrê bêyî tirs êrişan dike.

Hemû sazî û welatparêz di hedefa dewleta tirk de ne.”

Karamûs: Heke PDK helwest raber neke ew jî dê para xwe ji êrişê bigire

Hevserokê KNK’ê di dawiyê de bang kir ku dem dema yekitiya li dijî dagirkeriyê ye û got:

Heke PDK’ê li dijî êrişeke li ser ziyeka netewîey sekneke birûmet raber neke, ew jî dê para xwe ji vê bigire.

Lewma divê kurd bi tundî li dijî van êrişan derkevin.”

Back to top button