Asayîşê nasnameya endamekî xwe ê ku şehîd buye eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe ku şehîd buye eşkere kir.

Navenda Ragihandinê a Hêzên Ewlekariya Hindurîn duh bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Hêzên me di Sibata 2020’an de li Serêkaniyê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke mezin nîşan dan. Di wê demê de peywendiya bi endamê me Ebdullah Ebdo re qut bû. Beriya çend rojan agahiya şehadeta endamê me Ebdullah gihişt destê me.”

Hêzên Ewlekariya Hindurîn sersaxî ji gel û mabata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameye şehîd wiha ye:

Ebdullah Ebdo 6’ê Sibata 2020 li Serêkaniyê şehîd buye.

Back to top button