Ciwanên Mertalên Zindî yên li herêma Biradostê têkildarî êrîşa bêbext a li dijî Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê û hevalên wî daxuyaniyek dan.
Ciwanên mertalên zindî di daxuyaniyê de Xerîb û hevalên wî bi bîr anîn û êrîşa bêbext a li dijî wan şermezar kirin.
Ciwanan soza tolhildana şehîdan da û ev bang kirin:
Em bang li hemû Ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî îxanet û dagirkeriyê derkevin û bibin yek hêz.
Çalakiyên Mertala zindî ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk jî bi serdanên xelkê başûrê kurdistanê dewam dikin.
Her wiha li Mexmur û Silêmaniyê jî ji bo şehdî Xerîb doh merasîm hatin lidarxistin û kon hatin vedan.