Rojnamevana Îranê: Em ê gav paşve neavêjin

Serhildana “Jin jiyan azadî” a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 7 meh li pey xwe hişt. Bertekên li dijî biryarên ku dewleta Îranê li dijî jinan digire zêdetir dibe.
Rojnameger Maede Emînî li dijî biryara Îranê wêneya xwe ya ku lacik li serê xwe rakiriye parve kir û got:”Em ê careke din nabin heman kes û emê gav paşve neavêjin.”

Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, 7 meh li pey xwe hişt.

Tevî girtin, eşkence û êrişên hêzên dewleta Îranê jî jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li berxwe didin û gav paşve navêjin.

Dewleta Îranê jî bi derxistina qanûnên nû ên li dijî jinan hewil dide serhilddan ‘jin jiyan azadî’ bitepisîne.

Herî dawî jî Îranê li dijî jinên ku lacikan nadin serê xwe cezayên giran derxistibû.

Rojnamevan Maêdê Emînî li dijî biryarên Îranê ên bertek nîşan da û li ser hesabê medyaya dîjîtal wêneyê xwe yê lacik li serê xwe rakiriye parve kir.

Maîde Emînî bi vê yekê re xitabê şefê polîsê Îranê Ehmed Riza Radan kir û wiha got:

“Em ê careke din nebin heman kes, ev fîlm çîroka rast a jiyana bi milyonan e, em ê paşve venegerin.

Ez berê li rakirina vê hicabê ditirsiyam.

Lê ez niha pêfikirîm min ewqas sal çawa tehemûlê li vî perçeya lanetkirî kir?”

Back to top button