Gêlo Îsa: Erdogan bi gefan dixwaze pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêre

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê Gêlo Îsa jî li dijî gefên dawî li ser herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve eşkere kir ku dewleta Tirk bi gefxwarinan dixwaze pirsgirêkên xwe yên navxweyî binixumîne.

Gêlo Îsa balkişand rewşa desthilata Erdogan û got ” Gelek pirsgirêk û aloziyên hundirîn ên dewleta Tirk hene.

Bi gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê texmîn dike ew ê pirsgirên xwe yên hundirîn veşêre.”

Gêlo Îsa da zanîn siyaseta faşîst a Erdogan ji civaka Tirkiyê re eşkere bûye û êdî civaka jî dibîne ku Erdogan vê yekê ji bo li ser desthilatê bimîne, dike.

Gêlo Îsa li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bang li hêz û civaka navdewletî kir ku li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigrin.

Back to top button