Cîhan Derwêş: li hemberî hemû cureyên tundiyê têkoşîn pêwîst e

Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê Cîhan Derwêş di derbarê vekirina Navenda Parastina Jinan de axivî û got:”Ji bo em van jinên tundî li wan tên kirin biparêzin, me di encama civîna salane de biryar girt ku em navenda parastina jinê bi awayekî fermî vekin, ji ber ku li beramberî hemû cureyên tundiyê têkoşîn pêwîst e.

Ji dîrokê heya niha jinan li dijî tundiyê, xeta têkoşîn û berxwedanê hilbijartiye û tundiya li ser xwe napejirîne.

Beriya hefteyekê jî Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di civîna xwe ya mehane de rêziknameya Navenda Parastinê ya jinên ku tundî li wan tên kirin erê kir.

Di civînê de ji bo parastina jinên ku di malbat û civakê de tundiya fizîkî, derûnî, zayendî li wan tên biryar hatibû dayin navendek were avakirin.

Têkildarî mijarê, Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê Cîhan Derwêş axivî.

Cîhan da zanîn ku her rojên derbas dibin tundî li jinan tê kirin.
Cîhan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rêziknameya Navenda Parastina Jinê

.

 Cîhan Derwêş: li dijî tundiyê perwerde pêwîst e

Cîhanê Derwêş bang li hemû jinên tundî li wan tên kirin kir ku berê xwe bidin Navenda Parastina Jinê.

Back to top button