Bi rojane Belarûs û Yekîtiya Ewrûpayê gefan lihev dixwun. Sedema vê yekê jî weke herikîna pêla koçberan e. Lê ji ber ku alozî çareser nabin, ên herî zêde para xwe ji vê rewşa kambax digrin bi hezaran koçberên li herêma sînor asê mane.
Demeke dirêj e derdora 16 hezar koçberên ji Rojhilata Navîn ku beşeke wan a zêde ji Başûrê Kurdistanê ne sînoro Belarûs û Polonyayê asê ne.
Di pêvajoya rojên derbasbûyî de Yekîtiya Ewrûpayê, Belarûsê ji encame heyî weke berpirsiyar nîşan da.
Ji roja pêşî ya aloziyê, hukûmeta Polonyayê eşkere kir ku ew ê rê nede koçber di ser axa wan re derbasî Ewrûpayê bibin.
Ji ber vê helwestê şertê jiyana koçberan rojane dijwartir dibin.
Doh piştî ku ji daristanên herêma sînor veqetiyan, bi hezaran kesî berê xwe dan deriyê derbasbûna Polonyayê.
Koçberên li gundê Kusnica yê li ser sînorê Polonya û Belarusê bûn hedefa êrişa hêzên Polon a bi bombeyên gazê.
Wezareta Parastinê ya Polonyayê îdîa kir ku koçberan bi keviran êriş kirine û got, polîsên wan jî xwe parastine.
Li hemberî rewşa heyî, Serokomarê Belarusê Aleksandr Lukaşkeno diyar kir ku ew naxwazin aloziya koçberan a li ser sînor veguhere şerekî bi cîranên Ewrûpî re.
Lavrov: Bikaranîna bombeyên gazê li hemberî koçberan nayê qebûlkirin
Di vê navberê de wezareta karê derve a Rûsyayê ji ber êrişa polîsên Polon a li dijî koçberan daxuyaniyek da.
Wezîrê Rûsa Sergey Lavrov anî ziman ku helwesta polîsan bi ti awayî nayê qebûkirin û got, ev yek binpêkirina pîvanên navneteweyî ye.



