Çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din êriş gundê Mihsenlî û Ereb Hesen ê Minbicê kirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şer berdewam e.
Li gor Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî Minbicê kirine.
Meclîsa Minbicê diyar kir, piştî êrişa dagirkaran a duh ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi bin ket, îro careke din dest bi êrişan kirine.
Li gorî agahiyan çetayan êriş gundê Mihsenlî û Ereb Hesen ê bakurê Minbicê kirine.
Her wiha hate ragihandinê ku şerê heyî berdewam dike.