Li Hesekê Jinek 28 salî hat kuştin

Li Taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê jinek bi navê Nexem Diyab El-Nezal hat kuştin.

Duh li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê jineke ciwan bi navê Nexem Diyab El Nezal a 28 salî hat kuştin.

Li gorî çavkaniyên Herêmê;

Nexem Diyab El Nezal ji aliyê birayê xwe yê serxweş ve hatiye kuştin.

Piştî ku xwişka xwe dikuje, cenazê wê dibe mala birayê xwe yê mazin Xalid Diyab El Nezal li taxa El-Zihûr.

Kujer bi cihekî nediyar ve reviya ye.

Saziyên pêwendîdar di nava lêkolînê de ye.

Herî dawî di 6 mehê de, jineke din li taxa Eskerî ya bajarê Hesekê hat kuştin.

Bi hencet û di bin navê namûsê de kuştina jinan rawa dikin.

Back to top button