Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bal kişand ser peyama Rêber Ocalan û dest nîşan kir ku bi polîtîkayên şer pirsgirêk nayên çareser kirin.
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven,di 1’emîn Kongreya Awarte ya
Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê de axivî.
Guven, diyar kir ku bi polîtîkayên şer pirsgirêk nayên çareser kirin û wiha got:
“Bi salane zext û zor ser gelê Kurd tê meşandin.
Li girtîgehan hêj zext berdewam dikin.
Guvan, anî ziman ku kes nikare berxwedana zindanan bide rawestandin û wiha anî ziman;
“Em zilm û zordariya we qebûl nakin. Em wezîrê dadê hişyar dikin.
Bila pirsgirêkên girtîgehan çareser bike û îşkenceyê bi dawî bikin.
Bi pêşniyara çareseriyê ya ku Rêber Ocalan danî holê wê aşîtî li tevahiya tirkiyê û Rojhilata Navîn were belavkirin.