Derya Remedan: Bi armanckirina jinan dixwazin vîna wan bişkînin

“DAIŞ nema dikare bi awayekî yekser şer bike, ji ber wê, êdî sûcên derexlaqî dike.” Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Rojava Derya Remedan der barê kuştina her du jinên Meclisa Til Şayir vê dibêje. Lîna Berketa, Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê jî tekez dike ku bi têkoşîna jinan a ji bo azadiya xwe û ya hemû mirovan ev fikirên tundraw ên DAIŞ’ê, tune dibin.

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Rojava Derya Remedan bi van gotinan helwesta xwe ya li dijî kuştina her du berpisên jin ên Meclisa Til Şayir nîşan da.

Herdu jinên berpirs, 22’ê Çileyê hatibûn revandin û piştî rojekê cinazeyên wan hatin dîtin.

Derya Remedan da zanîn ku gefên dewleta Tirk destekê didin çalakbûna çeteyên DAIŞ’ê û anî ziman “DAIŞ nema dikare bi awayekî yekser şer bike, ji ber wê jî, sûcên derexlaqî dike.”

Derya sûcê li dijî her du jinan şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û pirs kir “Gelo heta kengî wê rêxitinên mafên mirovan bêdeng bin û kengî wê qanûn û erkên xwe pêk bînin?.

Heman helwest û li dijî heman sûcî, ji Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat jî hat û eşkere kir ku komên çete ji têkoşîn û azadiya jinan ditirsin lewma êrîş dikin.

Îro jin, taybet ên Bakur û Rojhilatê Sûrî, hebûna xwe dupat kir û gelek bendên ku li ser hatibûn ferzkirin, şikandin.

Jinan karî di hemû beşên jiyanê de, di aliyê leşkerî, siyasî çandî, civakî û aborî de cih bigirin.

Lîna Berekat destnîşan kir ku ne tenê DAIŞ li dijî jinan sûcan pêk tîne, lê belê dewleta Tirk jî li herêmên dagirkirî hemû sûcan li dijî jinan dike.

Ne tenê ev her du jin, heger em bi bîr bînin, di nava salên borî de sûc li dijî gelek jinên Sûriyê hatine kirin; yek ji wan jinan jî Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bû.

Back to top button